Serokê Fenerbahçeyê Aziz Yıldırım li civîna Civata Bilind hem li ser rewşa darayî ya tîmê axivî hem jî bertekek pir dijwar da wan kesên ku li ser medya civakî êrîşî keça wî Yaz Yıldırım kirine. Yıldırım da zanîn ku ji serdemên borî 142 mîlyon euro dahat hatine xerckirin û wan heta anha bi çavkaniyên xwe û yên kulubê 65 mîlyon euro deyn dane. Piştre bal kişand ser êrîşên ku li ser keça wî ya 12-13 salî hatine kirin û diyar kir ku ew ê vê yekê asla qebûl neke. Wî ragihand ku roja duşemê parêzer dê gilî bikin û hişyarî da ku eger sazî û hiqûqa dewletê vê meseleyê çareser neke, ew ê bi xwe biçe ser wan kesên berpirsiyar û van bêrêziyan bi tu awayî bêbelê nehêle.
Rojname
