Serokkomar Erdoğan Tevlî Bernameya Fînalê ya Dibistanên Havînê yên TÜGVAyê Bû


Bernameya fînalê ya Dibistanên Havînê ku ji aliyê Weqfa Ciwanan a Turkiyeyê (TÜGVA) ve li 81 bajaran hatibû lidarxistin, bi mevdandariya Kulûba Sporê ya Galatasarayê li Kompleksa Sporê ya Ali Sami Yen bi heyecaneke mezin hat pêkanîn. Dema ku Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan ket stadyumê, bi hezaran ciwanan bi selavatan ew pêşwazî kirin.

Wêne Facebook

Di dibistanên havînê de ku ji çalakiyên sporê heta dersên Quran û hedîsan gelek tişt dihatin dîtin, îsal zêdetirî 700 hezar xwendekarên dibistana navîn beşdar bûn.

Serokkomar Erdoğan di axaftina xwe de ji ber organizasyonê û mazûvaniya stadyumê spasiya Kulûba Sporê ya Galatasarayê kir û weha got:

"Êvara hanê di Fînala Dibistanên Havînê yên TÜGVAyê de ku bi temaya 'Bila Dibistana Me ya Havînê Rengîn Bibe' hat amadekirin, em legel ciwanên xwe yên ku sembola hêvî, hezkirin, ronahî û paşerojê ne hatin cem hev. Ez spasiya xwe dişînim ji Kulûba Sporê ya Galatasarayê re ku deriyên xwe ji me re vekirin û mazûvaniya vê organizasyona bedew kirin. 

Ez hêvî dikim ku Fînala Dibistanên Havînê ya TÜGVAyê ya 2026an bibe wesîleya xêrê. Ez hemû birayên xwe yên ku ev stadyum bi 70 hezar kulîlkan xemilandin pîroz dikim. Ez ji dil ve silavan ji hemû zarokên me re dişînim ku li Xezze, Şerîeya Rojava û Lubnanê di bin êrişên hovane yên Îsraîlê de ji bo jiyanê têkoşînê didin. Xwedê bibe yar û alîkarê wan."




Rojname
Daha yeni Daha eski