Şairê Navdar Ahmet Telli Çû Ser Dilovaniya Xwe



Şairê naskirî û kedkarê edebiyatê Ahmet Telli, ku ji meha nîsanê ve li Nexweşxaneya Bilkent a Enqereyê dihat dermankirin, di 79 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Nûçeya wefata wî ji aliyê Federasyona 78'an a Şoreşger û Komeleya Zanist Huner û Edebiyatê ve bi daxuyaniyekê hat ragihandin.


Ahmet Telli di sala 1946'an de ji dayik bûbû û bi salan wekî mamosteyê wêjeyê xizmet kiribû. Telli di sala 1981'an de ji ber ramanên xwe yên sîyasî ji kar hatibû avêtin û ji ber nivîseke xwe ya li ser helbestên şairê mezin ê Kurd Cegerxwîn, rastî girtin û îşkenceyên giran hatibû. Koça dawî ya vî şairê xwedî rawesteke birûmet, di cîhana wêje û hunerê de xesareke mezin û xemgîniyeke kûr çêkir. Serê malbatê û hemû hezkiriyên wî sax be.



Rojname
Daha yeni Daha eski