Siyasetmedarê navdar ê Amerîkayê û Senatorê eyaleta Karolînaya Başûr Lindsey Graham, di 71 saliya xwe de ji ber nexweşiyeke ji nişka va jiyana xwe ji dest da. Ofîsa Graham li ser hesabê xwe yê fermî yê X’ê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku senatorê karker şeva Şemiyê (11’ê Tîrmehê) piştî nexweşiyeke kurt û ji nişka va koça dawî kiriye.
Têkiliyên Wî û Herêma Kurdistanê Baş Bûn
Lindsey Graham di siyaseta derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de xwedî bandoreke mezin û naskirî bû. Graham, bi taybetî di warê geşedanên herêmî û Rojhilata Navîn de nêzîkayî, diyalog û têkiliyên wî yên baş ligel Herêma Kurdistanê û lîderên Kurd hebûn. Wî di serdan û xebatên xwe yên siyasî de giringî dida hevsengiyên herêmê û pêwendiyên dualî yên navbera Washington û Hewlêrê
Graham, ku wekî yek ji fîgurên sereke yên Partiya Komarparêz û hevalbendê nêzîk ê Donald Trump dihat qebûlkirin, di nava dîplomasiya navdewletî de xwedî bandoreke diyar bû. Koça dawî ya vê fîgurê giring ê mîmarê siyaseta derve ya Amerîkayê, li pey xwe valahiyeke mezin hişt.
