Di Sezona Nû de Bernameya Maçên Amedsporê ya li Dijî Beşiktaş, Galatasaray û Fenerbahçeyê Diyar Bû
Di sezona 2026-2027an de di Trendyol Süper Ligê de fîkstûra maçên tîma nû ya lîgê Amedsporê ya li dijî sê tîmên mezin ên Stenbolê (Beşiktaş, Galatasaray û Fenerbahçe) bi kişandina pişkê bi tevahî eşkere bû. Li gorî bernameyê, Amedspor dê di nîvê yekem ê lîgê de pêşî li mala xwe, piştre jî du caran li dervayî qadê derkeve pêşberî reqîbên xwe yên mezin. Di nîvê duyem ê lîgê de jî dê rovanşên van maçan werin lîstin.
Li gorî vê yekê, di nîvê yekem a sezonê de (sala 2026an) Amedspor dê di hefteya 6an de li Stadyuma "Amed"ê (Diyarbakır) mêvandariya Beşiktaşê bike. Di hefteya 11an de dê li Kompleksa Werzîşê ya Ali Sami Yen bibe mêvanê Galatasarayê û di hefteya 17an de jî li Kadîkoyê li Stadyuma Ülkerê dê bi Fenerbahçeyê re bilîze. Di nîvê duyem a sezonê de (sala 2027an) maçên rovanşê dê di hefteya 23an de li Stadyuma Tüpraşê di navbera Beşiktaş û Amedsporê de, di hefteya 28an de li "Amed"ê (Diyarbakır) di navbera
Amedspor û Galatasarayê de û di hefteya 34an a dawîn de jî li "Amed"ê (Diyarbakır) di navbera Amedspor û Fenerbahçeyê de werin lîstin. Bi vî awayî perdeya lîgê ya sezonê dê li "Amed"ê (Diyarbakır) bi maça mezin a li dijî Fenerbahçeyê bi dawî bibe
Rojname
