Heyeta Îmralî ya Partiya DEMê ku ji Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tê, êvara Çarşemê derengî şevê li Meclîsê (TBMM) bi Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Efkan Ala û Serokê Koma AKPê Abdullah Guler re civiya. Heyetê her wiha îro jî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di meqamê wî yê li Meclîsê de ziyaret kir.
Hûrgiliyên Civîna bi AKPê re
Di hevdîtina li Meclîsê de ji aliyê AKPê ve Efkan Ala û Abdullah Guler amade bûn. Ji aliyê heyeta DEM Partiyê ve jî Cîgira Seroka Meclîsê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mithat Sancar û parêzerê Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol beşdarî civînê bûn. Hat ragihandin ku civîna ku duh êvarê saet di 20:30an de dest pê kir, 1.5 saet berdewam kir.
