Ji Budçeya Parastinê Heya Şerên Herêmî: Sînorên Tifaqê Tên Ceribandin
Di rojeva sereke ya civînê de mijarên pir hesas hene. Lîder dê di serî de li ser zêdekirina xerciyên leşkerî yên welatên endam û sîstema parastina sîberê gotûbêjan bikin. Her wiha stratejiyên nû yên li dijî metirsiyên li ser xeta rojhilat a NATO'yê jî di rojevê de ne.
Di rûniştinan de mijarên ku wekî xalên herî germ tên qebûlkirin wiha ne: Heyet dê rewşa herî dawî ya şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û çarenûsa alîkariyên lojîstîk û leşkerî yên ji bo Kîevê binirxînin. Di heman demê de, şer û aloziyên ku li Rojhilata Navîn her ku diçe zêde dibin û bandora van qeyranan li ser ewlekariya Deryaya Spî (Akdeniz) dê bi berfirehî werin munaqeşekirin. Tê payîn ku ev civîna li Ankarayê, rûpeleke nû di dîplomasiya navneteweyî de veke.
