Fîlma nû ya derhênerê Kurd Helgurd Mustafa ya bi navê "Cohemayê Nabînî Heke Jinekê Bikuşî" (If You Kill a Woman, You Won't See Heaven), wê yekem nîşandana xwe ya cîhanî (dünya prömiyeri) li Îtalyayê, di 83’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedikê de bike.
Festîvala Fîlman a Venedikê ku yek ji kevntirîn û bi prestîjtirîn qadên sînemaya cîhanê ye, amadekariyê dike ku îsal cara 83'yemîn dergehên xwe veke. Hilbijartina fermî ku ji aliyê rêveberê festîvalê Alberto Barbera ve hat ragihandin, di cîhana sînemayê de heyecaneke mezin çêkir. Festîvala ku dê di navbera 2-12'yê Îlona 2026'an de bê lidarxistin, tevî ku îsal kêmbûna fîlmên bi budceya mezin ên studyoyên Hollywoodê û platformên dîjîtal bala mirovan dikşîne jî, bi bernameyeke îddîayî ku nimûneyên herî bişehn ên sînemaya serbixwe pêşkêş dike derdikeve pêş. Di festîvala ku lîstikvana navdar Maggie Gyllenhaal dê serokatiya juriya wê bike de, ji bo George Clooney û Ellen Burstyn ku mohra xwe li dîroka sînemayê xistine jî dê Xelata Serkeftina Temenî bê dayîn.