ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

20 Haziran 2026 Cumartesi

Futbolvanê Kurd Deniz Undav di Kûpaya Cîhanê de Şov Kir!


Di maça duyemîn a Koma E ya Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de, Almanyayê bi gola di deqeyên dawî de Fildîşa Diranfîl bi 2-1 têk bir. Her çend Almanyayê li Stadyuma Torontoyê maç bilez da destpêkirin jî, Fildîşa Diranfîl di deqeya 30an de bi gola Kessie 1-0 ket pêşiyê.


Almanya di nîveka duyemîn de vegeriya lîstikê. Di deqeya 68an de, bi navendkirina Amiri, Deniz Undav rasterast li topê xist û encam kir 1-1. Di deqeya 82an de lîstikvanê Fildîşa Diranfîl Wilfried Singo ku di Galatasarayê de dilîze, birîndar bû û ji lîstikê derket. Almanyayê ku di deqeyên dirêjkirinê de tansiyon bilind kir, di deqeya 90+4an de gola serkeftinê dît. Undav pasek ji Nmecha girt, bi zivirînekê top şand tora golê: 2-1. Bi vê encamê Almanyayê pûanên xwe derxist 6an, Fildîşa Diranfîl jî di 3 pûanan de ma.

Deniz Undav Kî ye? Deniz li Almanyayê ji dayik bûye û zarokê malbatekî Kurd e ku ji gundê Qewasê (Işıklı) ya navçeya Wêranşara Rihayê (Şanlıurfa) çûne Almanyayê. Kalikê wî, piştî zextên derbeya leşkerî ya 1980yî koçî Almanyayê kiriye






Rojname
Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...