Serok Barzanî Piştgiriya Xwe Ji Bo Lidarxistina Konferansa Waliyên Iraqê ya Li Hewlêrê Dubare Kir


Serok Mesûd Barzanî, Waliyê Bexdayê Etwan el-Etwanî û şandeya pê re qebûl kir û piştgiriya xwe ya ji bo lidarxistina Konferansa Waliyên Iraqê ya li Hewlêrê dubare kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, Serok Barzanî ligel Etwanî û şandeya pê re li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê hatin bal hev. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Waliyê Bexdayê û şandeya pê re, xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya di herikîna dîrokê de ya ji bo azadiyê bi rûmet nirxandin. Herwisa şandeyê, rola Serok Mesûd Barzanî ya di dabînkirina aramî, xurtkirina tebayî û pêkvejiyana civakî, avakirina Iraqeke nû û geşepêdana herêmê de bilind nirxand.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî bal kişand ser qonaxên cuda yên xebat û berdêlên gelê Kurdistanê û destnîşan kir ku çanda aştiyê, toleransê û pêkvejiyanê, hîmên bingehîn ên geşepêdana Herêma Kurdistanê û Iraqê ne.

Li gorî daxuyaniyê, aliyan li ser ezmûna avakirin û geşepêdana Herêma Kurdistanê, herwisa li ser xebatên ji bo pêşxistina xizmetguzariyan û xurtkirina aramiya li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê nêrînên xwe parve kirin. Di dawiyê de hat ragihandin ku Serok Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo lidarxistina Konferansa Waliyên Iraqê ya li Hewlêrê –ku berê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşniyazkirin– dubare kiriye û ev pêngav wekî "pêngaveke girîng û erênî" bi nav kiriye.







rojname
Daha yeni Daha eski