Li navçeya Licê ya Amedê, mînobusa ku rêwiyên diçûn daweta nîşanê ya li Mûşê vedıguhest wergeriya; di encamê de 7 kes ku 5 ji wan xuşk û bira bûn jiyana xwe ji dest dan. Piştî karûbarên otopsiyê, cenazeyên 5 xuşk û bira û 2 biraziyên wan teslîmî malbatê hatin kirin û li rex hev hatin definkirin.
Diçûn Nîşanê Hate hînbûn ku rêwiyên di mînobusê de ji bo tevlî merasîma nîşanê bibin ji Amedê ber bi Mûşê ve diçûn.
5 Xuşk û Bira û 2 Birazî Li Rex Hev Hatin Definkirin Cenazeyên xuşk û birayên bi navê Veysi, Vedat, Feyziye, Özcan û Naide Şaylıkay û biraziyên wan Zeyd Şaylıkay (3) û Nazya Demirhan piştî karûbarên otopsiyê birin Goristana Yeniköyê ya li navçeya Rezanê. Piştî nimêja cenazeyê, 5 xuşk û bira û 2 birazî li rex hev hatin spartinê axê.
Parêzgar Zorluoğlu Serdana Birîndaran Kir û Daxuyanî Da Parêzgarê Amedê Murat Zorluoğlu serdana birîndarên qezayê yên li nexweşxaneyan kir û derbarê rewşa wan a tenduristiyê de agahî girt.
