ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

16 Ağustos 2026 Pazar

Amedsporê bi Serkeftineke Mezin Dest bi Süper Ligê Kir


Di hefteya yekem a Trendyol Süper Ligê de Amedspor û Erzurumspor FK hatin beramberî hev. Tîma ku îsal derket ser asta herî bilind a futbolê, li Stadyuma Amedê mêvandariya Erzurumsporê kir û bi encameke zelal 3-0 bi ser ket.

Pîrozbahiya serkeftina Amedsporê


Golên Amedsporê di deqîqeya 53 û 61an de ji aliyê Dia Saba û di deqîqeya 70yî de ji aliyê Gökhan Gül ve hatin avêtin. Bi vê serkeftinê Amedsporê 3 pûanên yekem girtin û destpêkeke bi heybet kir. Erzurumspor FK jî hefteya yekem bê pûan girt. Di hefteya duyem de Amedspor dê bibe mêvana Kocaelisporê.

Pêşwaziya bi Stranên Kurdi û  Tirki Biratiyê

Beriya vê maça dîrokî, Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çiftçi û Wezîrê Ciwan û Werzişê Osman Aşkın Bak hatin Amedê û li vir bi stranên kurdi hatin pêşwazîkirin. Li stadyumê jî li ser pankartê hem bi Tırki u bi Kurdî nivîsa "Li qadê hevrik, di biratiyê de yek in. Turkiyeya Bêtiror" cîh girt.




Rojname
Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...