Amedspora ku di Lîga 1'emîn a TFF'ê de di rêza duyemîn de cih girt û derket Super Lîgê, ala wê bi erêkirina Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejayî li Pira Fatih Sultan Mehmet hat daliqandin. Ala klûbê wê du rojan li ser pirê bimîne.
Li gorî agahiyan, di encama serlêdana daxwaza daliqandina alê ya ku ji aliyê Amedsporê ve hatibû kirin de, ji bo daliqandina li ser yek ji pirên Stenbolê bersiveke erênî hat dayîn. Di nivîsa ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejayî ve hat şandin de hat diyarkirin ku ji bo pîrozkirina derketina klûbê ya Super Lîgê, daliqandina ala li ser Pira Fatih Sultan Mehmet guncan hat dîtin
Di nivîsê de hat destnîşankirin ku ala klûbê dikare di dîroka ku ji aliyê Midûriyeta Herêmê ve bê diyarkirin de du rojan li ser pirê daliqandî bimîne. Her wiha şert hat danîn ku pîvanên alê, şiklê girêdanê, pêvajoya daliqandin û daxistinê di nav koordînasyona saziyên têkildar de bên meşandin û tedbîrên ewlehiya trafîkê yên pêwîst bên girtin. Di çarçoveya vê destûrê de, ala kesk û sor îro li ser pirê hat daliqandin.
