ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

13 Ekim 2026 Salı

Di Lîga Şampiyonan de Yariya Mezin: Galatasaray Li Stenbolê Mêvandariya Barcelonayê Dike



Nûnerê futbolê yê Stenbolê Galatasaray di hefteya duyemîn a Lîga Şampiyonan de derdikeve pêşberî gewrê Îspanyayê Barcelonayê. Dîrok, saet û agahiyên girîng ên vê yariyê di vê nûçeyê de ne.



STENBOL – Galatasaray di hefteya duyemîn a UEFA Lîga Şampiyonan de îşev li qada xwe tîma navdar a Îspanyayê FC Barcelona qebûl dike. Tîma ku di hemû şaxên werzişê de xwedî dîrokeke kûr e, dixwaze bi piştgiriya alîgirên xwe ji vê yariya dijwar bi encameke erênî vegeriqe

Dema Yariyê û Zindîweşandin

Ev maça girîng dê îşev di saet 22.00an de dest pê bike. Dadwerê îtalyanî Marco Guida dê birêveberiya vê hevdîtinê bike. Yariya ku li stadyuma RAMS Parkê tê lîstin, dê ji kanala TRT 1ê bi awayekî zindî û bêşîfre bête weşandin.

Amadekariyên Galatasarayê

Galatasaray di maça xwe ya yekemîn de li derve li hemberî tîma Portekîzê Sportingê 3-1 têk çûbû. Kuluba ku ji bilî futbolê di gelek şaxên din ên werzişê de jî çalak e, dixwaze li hemberî Barcelonayê xalên xwe yên yekemîn bi dest bixe.


Agahiya Dîrokî: Serkeftina Beriya 32 Salan

Her du tîm heta niha di kupayên Ewropayê de 10 caran hatine beramberî hev. Galatasarayê serkeftina xwe ya yekane li hemberî Barcelonayê di 23yê Mijdara 1994an de bi encama 2-1ê bi dest xistibû. Rahênerê îro yê Galatasarayê Okan Buruk jî di wê yariya dîrokî de wekî lîstikvan di deqeyên paşîn de ketibû yarîgehê.



Rojname
Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...