سەرۆک بارزانی پێشوازی لە پەرلەمانتارێکی کوردی ئەڵمانیا دەکات
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê endamê Parlamena Almanyayê yê xelkê Dêrsimê û parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Serdar Yüksel pêşwazî kir. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di hevdîtinê de hat teqezkirin ku doza gelê Kurdistanê aştiyane ye û divê li Rojhilata Navîn bi riya diyalogê bê çareserkirin.
 |
| Wêne: Ofîsa Serok Barzanî |
Serok Barzanî bi germî Serdar Yüksel pêşwazî kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku ciwanekî Kurd di cihên siyasî û parlamenterî yên Almanyayê de rol digire. Her wiha ji ber xebatên wî yên li Almanyayê yên ji bo parastina doza Kurd û koçberan, ew pîroz kir. Serok Barzanî bal kişand ser bingehên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê û destnîşan kir ku divê pirsa Kurdistanê li Rojhilata Navîn bi rêyên aştiyane, diyalog û rêbazên nûjen bê çareserkirin.
Serdar Yüksel jî spasiya xwe ji bo rolê dîrokî yê Serok Barzanî di têkoşîna gelê Kurdistanê, şerê li dijî terorê û piştgiriya doza Kurd li Rojavayê Kurdistanê de anî ziman. Yüksel diyar kir ku li Almanyayê û gelek cihên cîhanê ji bo mafên gelê Kurdistanê piştgiriyeke mezin heye. Wî ezmûna Herêma Kurdistanê wekî ezmûneke hêja binav kir û bala xist ser rolê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya koçber û qurbaniyan de.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî, geşedanên dawî yên li herêmê û gefên terorê jî hatin gotûbêjkirin.
Serdar Yüksel Kî Ye?
Serdar Yüksel ku zarokê malbateke karker a Kurdên Dêrsimê ye, di 27ê Nîsana 1973an de li bajarê Essenê yê Almanyayê ji dayik bûye. Bave wî di sala 1964an de wek karker çûbû Almanyayê. Yüksel ku piştre di qada tenduristiyê de xebitî û heta sala 2010an xebatên xwe yên hemşîretiya beşa lênêrîna dijwar domand, di hilbijartinên giştî yên 23yê Sibata 2025an de wek Parlamenterê Bochumê hat hilbijartin û ket Parlamena Federal a Almanyayê.
kurdî / kurdîya navendî (soranî)
سەرۆک مەسعود بارزانی لە پیرمام پێشوازی لە سەردار یوکسل، پەرلەمانتاری کوردتبار و دێرسمیی پەرلەمانی ئەڵمانیا کرد. لە کۆبوونەوەکەدا سەرۆک بارزانی جەختی لەوە کردەوە کە کێشەی گەلی کوردستان ئاشتییانەیە و دەبێت لە ڕێگەی دیالۆگەوە لە ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاستدا چارەسەر بکرێت.
سەردار یوکسل کە لە خێزانێکی زەحمەتکێشی دێرسمییەوە هاتووە و نوێنەری پەرلەمانی ئەڵمانیایە، پێزانینی خۆی بۆ ڕۆڵی مێژوویی سەرۆک بارزانی دەربڕی. هەردوولا بارودۆخی سیاسی، دواین پێشهاتەکانی ناوچەکە و هەڕەشەی تیرۆریان تاوتوێ کرد.
Rojname