Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Figen Yüksekdağ ku nêzî 10 sal in di girtîgehê de tê girtin, derbarê pêşniyara 'yasa çarçoveyê' ya ji 12 bendan ku ji bo pêvajoya xwebilawekirina PKK'ê hatibe amadekirin de dîtinên xwe anî ziman.
Yüksekdağ a ku ji İlke TV'yê re axivî, diyar kir ku her çend ev teklîf giştgir nebe jî deryekê ji bo aştiyê vedike. Derbarê aliyên erênî yên yasayê de ew nirxandin kir:
"Piştî 100 salan ku feraseta înkarkirina Kurdan hat terkkirin, îro em behsa rêziknameyeke qanûnî dikin ku wê rê li ber wergirtina Kurdan a di nav qada hiqûqê de veke. Di pişta vê de têkoşîneke gelekî mezin, bi zehmet û bi bedelên giran heye. Ev qonaxa ku hatiye gihîştin bi xweber derneket holê."
Yüksekdağ derbarê îhtimala tehliyebûna xwe û hevalên xwe de jî bal kişand ser bêhiqûqiya ku li wan hatiye kirin û ev peyam da:
"Em jixwe bi awayekî neheq û bêhiqûqî di hundir de ne; ji ber xebatên xwe yên siyasî hatin darizandin û cezakirin. Ji bo azadiya me hewce bi yasa çarçoveyê tuneye."
