Lîstikvana Sûriyeyî Rozina Lazkani Bû Endamê Meclîsa Gel



Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed Şara ji bo Meclîsa Gel a 210 kursî ya ku di qonaxa veguhastinê de kar bike, 70 endaman rasterast tayîn kir. Li gorî ajansa fermî ya SANA, di nav kesên hatine tayînkirin de lîstikvana 36 salî Rozina Lazkani jî heye. Ew bi rola xwe di rêzefîlma navdar a "Al-Hayba" de, ku li ser Netflix jî belav bûye, tê naskirin.

Rozina Lazkani, ku berê tu ezmûna siyasî tunebû, ji bo vê erkdariya nû spasiyên xwe ji Serokkomar Ahmed Şara re ragihand. Di qonaxa nû ya veguhastinê de ew ê di Meclîsa Gel de wezîfedar be. Di vê meclîsê de 70 ji 210 kursiyan rasterast ji aliyê Serokkomar ve têne tayînkirin.



rojname
Daha yeni Daha eski