Komedyen Deniz Göktaş Hat Girtin


Komedyen Deniz Göktaş, ji ber pêşandana stand-upa xwe ya bi navê "Ölü Deniz", bi tawanbarîyên "heqaretkirina nirxên olî" û "heqaretkirina Serokkomarê" hat girtin. Piştî ku li dozgeriyê îfadeya xwe da, bi daxwaza girtina demkî hate şandin dadgeha cezayê. Dadgehê biryara girtina wî da. Göktaş di îfadeya xwe de tawanbarîyan red kir û got ku ev pêşandan demeke dirêj e li gelek bajarên Tirkiyeyê pêşkêş dike û tu mebesta heqaretê tune bû.

Piştî biryara girtinê, hin welatî li ber avahiya dadgehê civiyan û bi sloganên "Deniz Göktaş tenê nîne. Em bêdeng nabin, em natirsin" li dijî biryarê protesto kirin.




rojname
Daha yeni Daha eski