Serokkomar Erdoğan bi Serokkomarê Polonyayê Nawrocki re hevdîtin kir


Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, Serokkomarê Polonyayê Karol Nawrocki ku serdana fermî ya Tirkiyeyê dike, bi merasîmek fermî li Külliyeya Serokkomariyê pêşwazî kir.

Siwarên protokolê li ber Külliyeyê otomobîla fermî ya Nawrocki pêşwazî kirin û heta deriyê protokolê bi wî re bûn. Erdoğan li deriyê sereke yê Külliyeyê Nawrocki pêşwazî kir.

Piştî ku her du serok li cihên xwe yên merasimê cih girtin, marşên neteweyî yên Tirkiyeyê û Polonyayê hatin lêxistin. Piştî merasîma fermî, her du lideran civînên taybet û yên di navbera heyetan de kirin.

Di daxuyaniyên piştî civînê de, Erdoğan got ku armanca wan ew e ku qebareya bazirganiya di navbera her du welatan de bigihîne 15 milyar dolarî. Nawrocki jî got ku hevkariya di navbera Tirkiyeyê û Polonyayê de girîngiyeke stratejîk heye.




rojname
Daha yeni Daha eski