ZINDÎ
|
NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...
11 Haziran 2026 Perşembe
Serokê DYA'yê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya ligel kanala Fox Newsê de, li ser hevsengiyên Rojhilata Navîn û têkiliyên herêmî nirxandinên girîng kirin. Trump bal kişand ser mijara xwepêşandanên li Îranê û îdia kir çekên ku dihat xwestin bigihêjin destê xwepêşanderan, ji aliyê komên Kurd ve hatine girtin. Trump dilgiraniya xwe ya li ser vê mijarê anî ziman û got, "Ez vê nêzîkbûnê ji bîr nakim.
Di hevpeyvînê de, li ser pirsa nûçegihanekî Îsraîlî ya derbarê îhtimala rageşî yan jî şerekî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, Trump destnîşan kir ku di dema serokatiya wî de di navbera her du welatan de şer dernekeve. Trump her weha behsa têkiliyên xwe yên baş ên ligel Serokkomar Erdogan kir û got, "Dema ez li ser kar bim, ez îhtimala şerekî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de nabînim. Erdogan dostekî min ê pir baş e û me bi hev re pir bi lihevhatî xebitî. Ez qîmetekî mezin didimê. Her çend medya vê mijarê wekî din şîrove bike jî, ew rêberekî awarte û mirovekî pir bi hêz e
Rojname
Etiketler:
Bijarteyên Arşîva Nêzîk
Arşîv tê lêgerîn...
Pêşengê Rojevê
Tê barkirin...
Bijarteyên Arşîvê
Tê barkirin...
son haber
b1
Weşan tên barkirin...
