Parlamentera DEM Partiyê Meral Danış Beştaş, ji bo betlaneya cejnê çû navçeya Tatosê ya Erziromê. Beştaş a ku li vir di nav xwezayê de kulîlk berhev kirin, ligel xelkê herêmê hat bal hev û cejna wan pîroz kir.
Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê ya Berê û Parlamentera Erziromê Meral Danış Beştaş, bernameya xwe ya cejnê li navçeya Tatosê (Tekman) pêk anî. Beştaş, li vê navçeya ku bi bedewiya xwe ya xwezayî tê naskirin, wextê xwe di nav çîçek û kesahiyê de derbas kir û her weha bi şêniyên gund û navçeyê re rûnişt.
Meral Danış Beştaş derbarê vê serdana xwe de hestên xwe weha anî ziman
"Me rûhê cejnê yê ku piştevanî, biratî û hêviyê mezin dike, di nav xwezaya bêhempa ya Tatosê de, ligel Tatosiyên ezîz parve kir. Em pir kêfxweş û bînerbext bûn. Me bi hev re cejn pîroz kir, em rûniştin û li dora heman sifrê û heman hêviyê civiyan. Ev hevdîtina bedew, nîşaneya herî xweş a piştevanî û baweriya paşeroja hevpar a gelê me ye."
Beştaş di dawiya axaftina xwe de spasiya gelê herêmê kir û got: "Ez ji bo mêvanperwerî û pêşwaziya wan a germ, ji dil spasîya hemû Tatosiyan dikim. Hêvîdar im ku ev cejn ji bo her kesî tendurustî, aramî û aştiyê bîne

