Yek ji navên herî girîng ên dîroka sînemaya Tirk û lîstikvanê hoste yê serdema Yeşilçamê, Kadir İnanır di 77 saliya xwe de çû ber dilovaniya Xwedê. Hunermendê navdar ku ev demek bû bi nexweşiyan re têdikoşiya û di 14'ê Gulanê de ji ber nexweşiya pişikê (zatürre) li Stenbolê rakiribûn nexweşxaneyê, piştî pêvajoya lênihêrîna giran û entubasyonê, di 26'ê Hezîrana 2026'an de jiyana xwe ji dest da.
Kadir İnanır li Fatsaya Orduyê ji dayik bûbû û bi eslê xwe ji Sürmeneya Trabzonê bû. Ew ji Beşa Radyo-Televîzyonê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê mezun bûbû. İnanır di sala 1968'an de gava xwe avêt sînemayê û di sala 1970'yî de di fîlmê "Kara Gözlüm" de ligel Türkan Şoray rola sereke lîst û kete nav lîstikvanên herî pêşîn ên sînemayê. Wî di nav kurteya jiyana xwe ya hunerî de, di fîlmên wekî "Utanç", "Selvi Boylum, Al Yazmalım", "Bir Yudum Sevgi", "Yılanların Öcü" û "Tatar Ramazan" de can da karakterên mêrên bi rûmet, fedakar û bihêz. Lîstikvanê hoste ku bi giştî di 182 fîlmên sînemayê û 12 rêzefîlmên televîzyonê de lîst, ji organîzasyonên wekî Porteqala Zêrîn, Koza Zêrîn û Festîvala Fîlman a Enqereyê gelek xelatên "Lîstikvanê Mêr ê Herî Serkeftî" û "Xelata Rûmetê ya Tevahiya Jiyanê" girtin. Herî dawî jî ji ber keda xwe ya mezin a di sînemayê de, di 100'emîn saliya Komarê de layîqî Xelata Taybet hatibû dîtin. Sînemayê dareke xwe ya mezin a pîr winda kir.
Rojname
