ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

15 Haziran 2026 Pazartesi

DYA û Îran Ji Bo Dawîanîna Şerê 4 Mehan Peymana Dîjîtal Îmze Kirin


Karbidestên DYAyê ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê, bi armanca bidawîkirina şerê ku nêzî çar meh in berdewam dike, memorandûmeke lihevkirinê bi awayekî dîjîtal îmze kirine.

Li gora zanyariyên ku ji aliyê berpirsekî DYAyî ve hatine parvekirin, ev memorandûm ji aliyê Serokê DYAyê Donald Trump, Cîgirê Serok JD Vance û Serokê Meclîsa Îranê Mihemmed Baqir Qalîbaf ve hatiye îmzekirin

Cîgirê Serokê DYAyê James David Vance daxuyand ku peymana di navbera DYA û Îranê de duh bi awayekî "dîjîtal" hatiye îmzekirin. Vance destnîşan kir ku ev peyman ji bo pêşîgirtina li avakirina bernameya navokî ya Îranê ye. Her weha Vance anî ziman ku heger Îran berpirsiyariyên xwe yên diyar bîne cih, ew ê bikaribe bigihîje fona avakirinê ya bi qasî 300 milyar dolarî ku ji aliyê welatên Kendavê ve tê fînansekirin


Rojname
Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...