Hikûmeta Brîtanyayê ji bo parastina ewlehiya zarokan a di cîhana dîjîtal de gaveke radikal avêt û ragihand ku ew ê bikaranîna medyaya civakî ji bo zarokên di bin 16 saliyê de bi tevahî qedexe bike. Li gorî daxuyaniya Serokwezîr Keir Starmer, ev biryar dê di serê sala 2027'an de (dema biharê) bikeve meriyetê û platformên navdar ên mîna Snapchat, TikTok YouTube, Instagram, Facebook û X (Twitter) bihewîne. Starmer diyar kir ku wekî bavekî gihştiye vê biryarê û parastina zarokan ji medyaya civakî ji bo welatê wî gava herî rast e. Serokwezîr destnîşan kir ku daxwaza wî ya ji kûr ve ji bo zarokên xwe û daxwaza her dê û bavekî ew e ku zarokên wan di nav ewlehî û şahiyê de mezin bibin.
Brîtanyayê Ji Bo Zarokên Di Bin 16 Saliyê De Medyaya Civakî Qedexe Kir: Şepola Cîhanî Mezin Dibe