ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

25 Haziran 2026 Perşembe

Cilûbergên Neteweyî yên Kurdî Bi Fermî Ketin Pirtûka Rekoran a Guinnessê



Bi pêşengiya Kurdistan Foundation (Saziya Kurdistanê), cilûbergên neteweyî yên Kurdî cara yekem e ku di çarçoveya Rekorên Cîhanî yên Guinnessê de bi fermî hatin tescîlkirin.

Di Festîvala Cilûbergên Çandî yên Kurdî de ku li Navenda Ciwanan a Hewlêrê hat lidarxistin, zêdetirî 500 jin û mêrên ku ji herêmên cihê yên Kurdistanê hatibûn, bi cilûbergên xwe yên herêmî û kevneşopî beşdar bûn.

Rêvebira Têkiliyên Giştî ya Kurdistan Foundationê Sakar Omer, derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û weha got: “Di dîrokê de cara yekem e ku cilûbergên neteweyî yên Kurdî di qeydên Guinnessê de cih girtin. Ji niha û pê de, her kesê ku bixwaze vê rekorê bişkîne, divê hejmara beşdaran a ku me bi dest xistiye derbas bike. Armanca me ev e ku em nasnameya resen a cilûbergên Kurdî bidin jiyandin û wê bi cîhanê bidin naskirin.”

Di çarçoveya festîvalê de, ne tenê cilûbergên kevneşopî yên herêmên cihê yên Herêma Kurdistanê, di heman demê de cilûbergên Kurdî yên taybet ên Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî hatin pêşandan.


جلوبەرگی نەتەوەییی کوردی بە فەرمی چووە ناو پەرتووکی ڕیکۆردەکانی گینەسەوە 


Rojname
Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...