ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

14 Haziran 2026 Pazar

Ahmet Türk: Pirsgirêka Kurd ez im, pirsgirêka Kurd li vir e



Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Türk ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, li Stenbolê beşdarî konferansa "Di Sedsala Duyemîn de Veguhertina Demokratîk a Komarê" bû û li ser nîqaşên "pêvajoyê" daxuyaniyên giring da



Ahmet Türk di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên înkarê û got: "Nasnameya min nîne, zimanê min nîne, gelê min nayê naskirin. Ji ber vê yekê ez dibêjim 'Pirsgirêka Kurd ez im, pirsgirêka Kurd li vir e'." Bi van gotinan wî destnîşan kir ku bingeha pirsgirêkê nepejirandina hebûna gelê Kurd e.

Türk da zanîn ku di meseleya aştiyê de aliyê ku pêvajoyê xira bike ne Kurd in û ji bo ku desthilatdarî gavan bavêje bangavazî kir. Wî diyar kir ku di vê serdemê de ji bo avakirina paşerojeke hevpar û wekhev, pêdivî bi piştgiriya demokrat, şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyê heye.



Rojname
Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...