Di hilbijartinên ku ji bo tije-kirina kursiyên vala yên Meclîsa Gel a Sûriyeyê li bakurê welat hatin çêkirin de, namzedên Kurd serkeftineke mezin bi dest xistin. Kurd bi 8 kursiyan mafê ketina meclîsê ya di dema nû ya qanûnçêkirinê de qezenc kirin.
Ev hûrgiliyên herî giring ên hilbijartinê ne, ku hevsengiyên siyasî yên li herêmê ji nû ve ava dikin: 👇
Li 5 Bajarî 8 Nûner
Li gorî encamên fermî yên sindoqên ku di 24'ê Gulanê de hatin danîn: Efrîn 3, Qamişlo 2, Hesekê 1, Dêrik 1 û Kobanê 1 parlamenter derxistin û mafê temsîliyetê yê di meclîsê de bi dest xistin. Endamê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Sûriyeyê Enes Abde bal kişand ser vê yekê ku Kurdan ne tenê li Hesekê, lê li herêmên cûda jî hêza temsîliyetê qezenc kirine
Armanca Pêşîn: Garantiya Destûrî û Perwerdehiya bi Kurdî
Siyasetmedara Kurd a xwedî ezmûn Fasla Yusuf, ku di hilbijartinê de bi ser ket, destnîşan kir ku di dema nû de herî pêşîn armanca wan ew e ku mafên Kurdan bixin bin garantiya destûra bingehîn. Yusuf daxwaz kir ku polîtîkayên cudakar ên ji dema Baasê mane bi dawî bibin, zirara mexdûran were qerebûkirin û Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê.
Tr
Suriye Halk Meclisi seçimlerinde tarihi başarı: Kürt adaylar 5 kentte (Efrin, Kamışlo, Haseke, Derik, Kobani) toplam 8 sandalye kazanarak meclise girdi!
Yeni dönemde ilk hedefler; Kürt haklarının anayasal güvenceye alınması ve Kürtçenin resmi eğitim dili olması