ZONGULDAK – Ji navçeya Kilimli ya Zonguldakê nûçeyeke xemgîn hat. Li kana madenê ya taybet ku li herêmê dixebite, ji ber sedemeke ku hên nehatiye diyarkirin teqîna gaziya grizuyê çêbû.
Piştî teqîna li bin erdê, gelek tîmên tenduristiyê û tîmên rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê bûn. Li gorî agahiyên yekem, di vê bûyera dilşewat de 3 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan. 5 karkerên ku birîndar bûn piştî midaxeleya yekem hatin veguhastin nexweşxaneyê; hat hînbûn ku rewşa 2 karkeran girîng e.
Em ji bo karkerên ku jiyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehmê, ji malbat û nêzîkên wan re sersaxiyê û ji bo karkerên birîndar jî şifaya lezgîn dixwazin. Derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.