ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

9 Ekim 2026 Cuma

Nûçeya Dîrokî: Serhildan û Mirina Elîke Batê li Herêma Omeriyan û Hverkan


MÊRDÎN – Li gorî çavkaniyên dîrokî û lêkolînên akademîk, di rojên dawî yên Împaratoriya Osmanî de li herêma Omeriyan û Haverkan a Mêrdînê bûyerên gelekî mezin û çetin çêbûne. Yek ji van bûyerên herî girîng jî serhildana serokê êla Heverkan, Elîke Batê (Elî Batî) ye.
Elîke Batê


Serhildan û Girtina Nisêbînê

Rojên ku Împaratoriya Osmanî ketibû Şerê Cîhanê yê Yekem, Elîke Batê tevlî hin mezinên êlê hatibû girtin û li Xarpêtê (Elazığ) hatibû zîndanîkirin. Di destpêka sala 1917an de ji zîndanê revî û vegeriya ser êla xwe.

Li gorî vegêranan, ji ber girtinên bêhiqûqî û kêfî yên dewletê, Elîke Batê di 6ê Gulana 1919an de ji Midyadê bi qasî 100 çekdarên xwe re bi rê ket û di 11ê Gulanê de kete Nisêbînê. Wî girtîgeha Nisêbînê bas kir, girtî hemû serbest berdan û bo demeke kurt kontrola bajêr xiste destê xwe.

Şerê bi Artêşa Osmanî û Êlên Herêmî re

Piştî van bûyeran, Yekîneya 5emîn a girêdayî Tumena 13emîn a Amedê li ser Elîke Batê hat şandin. Di vê navberê de li herêma Omeriyan di navbera Mala Osman û Mala Silêman de dijminatî hebû. Brahîmê Osman ku hevalê nêzîk ê Elîke Batê bû, bo alîkariyê hat û hêzên wan li gundê Tinatê gihîştin hev. Şerê di navbera hêzên Elîke Batê/Mala Osman û Hêzên Osmanî/Mala Silêman de 15 rojan dewam kir.

Piştî şerekî dijwar, Elîke Batê ber bi çiyayên Omeriyan û Mizizexê ve vekişiya. Hêzên Osmanî bo girtina wî 200 lîre xelat danîbûn û êlên herêmê li dijî wî sor dikirin

Elîke Batê Çawa Hate Kuştin? (Du Vegêranên Cuda)

Di derbarê mirina Elîke Batê ya di Havîna 1917/1919an de du îddîayên girîng hene:

  1. Rapora Fermî ya Osmanî (24 Tebax 1919): Di telgrafa Fermandariya Tumena 13emîn de tê gotin ku piştî şerekî 2 seatan li herêma Medahê, Elîke Batê ji aliyê fermandarê alayê Binbaşı Pehlivanzade Nuri û leşkerên wî ve hat kuştin û cesedê wî li Midyadê hat teşhîrkirin. 

  2. Gotinên Dîroka Herêmî û Nivîskaran: Nivîskar Şerefxan Cizîrî di pirtûka xwe ya "Omeriya Mirsom" de diyar dike ku ev rapora Osmanî sexte ye. Li gorî Cizîrî, Elîke Batê di pevçûna osliyê ya navbera pismamên xwe Mala Haco û Mala Saroxan de li gundê Midihê, ji aliyê xizmê xwe yê bi navê Behramo ve hatiye kuştin. Efserên Osmanî jî piştre rapora sexte amade kirine da ku xelat û pileyan (rütbe) bistînin.



هەواڵی مێژوویی: ڕاپەڕین و کوژرانی ئەلیکێ باتێ لە ناوچەی ئۆمەریان و هەڤێرکان

مێردین – بەپێی سەرچاوە مێژووییەکان و توێژینەوە ئەرشیفییەکان، لە دواساتەکانی ئیمپراتۆریەتی عوسمانیدا، لە ناوچەی ئۆمەریان و هەڤێرکانی سەر بە مێردین ڕووداوی زۆر گەورە ڕوویان داوە. یەکێک لە دیارترین ئەم ڕووداوانە ڕاپەڕینی سەرۆکی هۆزی هەڤێرکان، "ئەلیکێ باتێ" (عەلی باتی) بوو.

ڕاپەڕین و دەستبەسەرداگرتنی نوسەیبین

لە سەرەتای جەنگی جیهانیی یەکەمدا، ئەلیکێ باتێ لەلایەن دەسەڵاتدارانی عوسمانییەوە دەستگیرکرا و لە زیندانی ئالازیغ (خارپێت) بەندکرا. لە سەرەتای ساڵی ١٩١٧دا لە زیندان ڕایکرد و گەڕایەوە نێو هۆزەکەی.

لە ٦ی ئایاری ١٩١٩دا، لە وەڵامی دەستگیرکردنە بێهۆکار و زۆرەملێیەکانی دەوڵەت، ئەلیکێ باتێ بە هەزاران لە چەکدارەکانییەوە بەرەو نوسەیبین بەڕێکەوت و لە ١١ی ئایاردا چووە ناو شارەکەوە. بڕیاری بەسەر زیندانی نوسەیبیندا دا، زیندانییەکانی ئازاد کرد و بۆ ماوەیەک کۆنترۆڵی شارەکەی گرتە دەست.

ە ٦ی ئایاری ١٩١٩دا، لە وەڵامی دەستگیرکردنە بێهۆکار و زۆرەملێیەکانی دەوڵەت، ئەلیکێ باتێ بە هەزاران لە چەکدارەکانییەوە بەرەو نوسەیبین بەڕێکەوت و لە ١١ی ئایاردا چووە ناو شارەکەوە. بڕیاری بەسەر زیندانی نوسەیبیندا دا، زیندانییەکانی ئازاد کرد و بۆ ماوەیەک کۆنترۆڵی شارەکەی گرتە دەست


شەڕ لەگەڵ سوپای عوسمانی و هۆزە ناوچەیییەکان

دەوڵەتی عوسمانی سوپای سێزدەهەمی لە ئامەدەوە ناردە سەر ئەلیکێ باتێ. لەم کاتەدا لە نێوان بنەماڵەی عوسمان و بنەماڵەی سلێمان لە هۆزی ئۆمەری ململانێ هەبوو. ئیبراهیمی عوسمان کە هاوڕێی نزیکی ئەلیکێ باتێ بوو، چوو بۆ هاوکاریی و لە گوندی "تیناتێ" شەڕێکی قورس لە نێوان هەردوو لادا بۆ ماوەی ١٥ ڕۆژ ڕوویدا.

دوای گوشارێکی زۆر، ئەلیکێ باتێ بەرەو چیاکانی ئۆمەریان و گوندی مزیزەخ پاشەکشەی کرد. دەوڵەتی عوسمانی ٢٠٠ لیرە خەڵاتی بۆ دەستگیرکردنی دیاریکرد و هۆزە ناوچەیییەکانی لە دژی بەکار هێنا

 

Rojname
Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...