MANÎSA — Li navçeya Axîsarê ya ser bi Manîsayê ve, di navbera otobusa tûrîzmê ya ku ji Bursayê ber bi Îzmîrê ve diçû û tirê de qezayeke dijwar a trafîkê çêbû.
Li gorî agahiyên dawî yên ku hatine wergirtin; piştî qezayê gelek tîmên tenduristiyê, agahiyê û ewlehiyê rewaneyî cihê bûyerê bûn.
Di daxuyaniya fermî ya Parêzgeriya Manîsayê de hate ragihandin ku di vê qezaya fojî de 11 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dane û 27 kes jî birîndar bûne. Kesên birîndar piştî mudaxeleya yekem a li cihê bûyerê rewaneyî nexweşxaneyên derdorê bûn û hatin dermankirin. Derbarê qezayê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.