Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemil Tugay, ku piştî biryara mutlak butlanê di meha hezîranê de ji CHP’ê veqetiya bû û wekî serbixwe peywira xwe didomand, bi rengekî fermî tevlî rêzên AK Partiyê bû.
Di yekem civîna koma partiyê ya sala nû ya yasadanînê de, rozeta AK Partiyê ji aliyê Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdoğan ve li Tugay hate xistin
Piştî merasîmê Cemil Tugay derket ser kürsiyê û bal kişand ser lîderiya Serokkomar Erdoğan û ev tişt anîn ziman
"Armanca me ya bingehîn di siyasetê de; bûn û dengê feqîrên li quncik û kenaran hatine ji bîr kirin, bûn û parêzvanê mazlumên mafên wan hatine xwarin, cotkar û esnafên me ye. AK Parti bi rastî jî hêvî û stargeha bêkesan e."
