ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

30 Eylül 2026 Çarşamba

Ji Businessmanê Kurd ê ji Qersê Sezgin Baran Korkmaz Piştevaniya Amedsporê: Dê Hemû Cezayan Bide


Karsazê Kurd ê ji Qersê Sezgin Baran Korkmaz ku li DYA’yê dijî, ji bo cezayên giran ku ji aliyê PFDK’yê ve li tîma pêşeng Amedsporê hatine birîn ket dewrê. Piştî maça Amedspor û Beşiktaşê ku li Diyarbekirê hat lîstin, Lijneya Disiplinê ya Futbola Profesyonel (PFDK) bi hincetên wekî wergirtina temaşevanên bêusûl, bûyerên qadê û binpêkirinên din bi giştî 2 mîlyon û 542 hezar û 500 TL cezayê pereyan dabû tîma kesk û sor. Korkmaz li ser hesaba xwe ya medya civakî daxuyaniyek da û got: “Bila heval motîvasyona xwe xerab nekin. Ez hemû cezayên ku hatine birîn heta roja înê dişînim ji klûbê re. No problemo.” Bi vê  daxuyaniyê hat eşkerekirin ku ew dê pereyan roja înê bixe hesaba klûbê.




سەرمایەداری کوردی خەڵکی قارس سێزگین باران کۆرکماز کە لە ئەمریکا دەژیت، بۆ ئەو سزا قورسانەی لەلایەن PFDKوە بەسەر ئامەدسپۆڕی پێشەنگدا سەپێنراون هاتە سەر هێڵ. دوای یاریی ئامەدسپۆڕ و بێشیکتاش کە لە ئامەد بەڕێوەچوو، لیژنەی دیسپلینی تۆپی پێی پیشەگەر (PFDK) بەهۆی هێنانی تەمەشاکەرانی نایاسایی، ڕووداوەکانی یاریگا و سەرپێچییەکانی تر بە کۆی گشتی ٢ ملیۆن و ٥٤٢ هەزار و ٥٠٠ لیرەی تورکی سزای دارایی بەسەر تیپە سەوز و سوورەکەی دا. کۆرکماز لە ئەژماری خۆی لە تۆڕە کۆمەڵایەتییەکان ڕاگەیەندراوێکی بڵاوکردەوە و گوتی: “با هاوڕێیان ورەی خۆیان دانەبەزێنن. هەموو ئەو سزایانەی بڕدراون تا ڕۆژی هەینی دەینێرم بۆ یانەکە. No problemo.” بەم شێوەیە ڕاگەیەندرا کە ڕۆژی هەینی پارەکە دەخاتە سەر ئەژماری یانەکە.



Rojname
Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...