Li gorî agahiyên ji Şamê hatine wergirtin, di hevdîtinên di navbera rayedarên hikûmeta Sûriyeyê û şandeya Rojava de, ji bo Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed pêşniyara erka bilind hatiye kirin. Di hevdîtinan de her wiha perwerdehiya bi zimanê kurdî û statuya kurdî ya di qanûna bingehîn de jî hatine gotûbêjkirin.
Mazlum Ebdî li qesra serokatiyê ya li Şamê di televîzyona dewletê de daxuyaniyek da û ragihand ku dawî li hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya wekî "hêzeke leşkerî ya serbixwe" hatiye anîn. Ebdî di axaftina xwe de diyar kir ku ew bi hemû berpirsiyariyê radigihînin ku erka HSD'ê bi dawî bûye û hatiye feshkirin.
Serokê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera di 25’ê Tebaxê de Mazlum Ebdî û şandeya bi wî re qebûl kir. Di vê hevdîtinê de Wezîrê Derave yê Sûriyeyê Hesen Şeybanî û Waliyê Dêrezorê Ziyad El-Ayeş jî amade bûn.
