Di çarçoveya 58'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê de ku li navçeya Tetwana Bedlîsê tê lidarxistin, şevek taybet û jibîrnekirî hat jiyîn. Roja 7'ê Tebaxa 2026'an di festîvalê de hemû bername û konser ji bo jinan hatin veqetandin.
![]() |
| Wêne Tara Mamedova |
Rol û Erkê KASEDê
KASED ku di sala 2019'an de li Amedê ji aliyê komek hunermendên jin ve hatiye damezrandin, saziyeke serbixwe û sivîl e. Ev komele ji bo pêşvebirina çand û hunerê ya bi zimanê dayikê dixebite û ji bo jin û zarokan xebatên curbecur dimeşîne. Di nav çalakiyên KASEDê de van xalan cîh digirin:
Sazkirina kurs û atolyeyan di qadên muzîk, hunerên dîtbarî, drama û govendê de bi zimanê dayikê,
Perwerdehiya zimanê kurdî û atolyeyên li ser edebiyata kurdî,
Xebatên li ser mîrata çandî, komkirin û danasîna kinc û xemlên kevneşopî
Lidarxistina konser, pêşangeh, panel û gotubêjan ji bo ku xebatên çandî û hunerî bi zimanê dayikê bigehîjin hemû aliyan.
Di dirêjahiya festîvalê de jinên beşdar bi yek dengî û bi coşeke mezin timî dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Roja ku ji bo jinan hatibû veqetandin bi vî awayî bi kelecan û coşeke dîrokî bi dawî bû.

