Li ser talîmata Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê, bi sedema îdiayên usûlsiztiyê yên di meşandina destûr û îskanên avahiyan de, berê operasyonê hate zivirandin ser Şaredariya Üsküdarê. Di encama vê lêpirsînê de Şaredar Sinem Dedetaş û Alîkarê wê Ceyhun Ünlü jî di nav de hejmara gumanbarên ku hatine desteserkirin gihîşt şeş kesan.
Agahiyên nû yên ku di dosyetê de cih girtine, tor û sîstemeke darayî ya şikdar nîşan didin. Li gorî îdiayan, bi rêya e-mailên krîptoyî nêzî 361 mîlyon lîreyî sîstemeke sexte hate meşandin. Her wiha, gotinên gumanbarekî ku ji qaîdeya poşmaniya çalak sûd wergirtiye, pîvana bûyerê zelaltir kir. İtirafkar destnîşan kir ku wan bi sedan hezar dolar rêşweta ku di qutikên çîkolatayan û çanteyên werzişê de li otoparka şaredariyê wergirtine, rastî rast di odeya meqamê de radest kirine.
Sinem Dedetaş a ku di sala 1981ê de li Eskişehirê ji dayik bûye, xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê (İTÜ) di beşa Endezyariya Keştiyan de bi dawî kiriye. Dedetaş ku di navbera salên 2014-2016an de yekem jin bû ku serokatiya Odeya Endezyarên Keştiyan kir, di navbera 2019-2023an de jî Rêveberiya Giştî ya Şehir Hatları a İBBê meşand. Wê di hilbijartinên adara 2024an de ji bo CHPê şaredariya Üsküdarê qezenc kir; piştî derbasbûna ser kar jî bi taybetî bi betalkirina protokol û paşvestandina milkên şaredariyê yên ku dabûn saziyên wek TÜRGEV, Ensar û Aziz Mahmud Hüdâyî hatibû nasîn.
Rojname
