ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

12 Haziran 2026 Cuma

Tanju Özcan Ji CHP’ê Îstifa Kir


Şaredarê Boluyê Tanju Özcan ê ku bi daxwaza îxraça teqez sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Bilind (YDK) ya CHP'ê hatibû kirin, ragihand ku ew ji endametiya partiyê îstifa kimiye. Özcan ê ku di çarçoveya lêpirsîna li ser xwe de ji wezifeyê hatibû dûrxistin, daxuyaniyên tund dan.

Özcan di daxuyaniya xwe de ev îfade bi kar anîn:

Qeyûmê hevkar û çeteya wî ez sewqî YDK'ê kirime. Ez li pêşberî YDK'ya bi navê qeyûmê tayînkirî parastinê nakim. Di xala ku em gihştinê de, heta ku dagirkeriya cûntaya siyasî bi dawî bibe, ez ji endametiya CHP'ê îstifa dikim."

Tanju Özcan Kî Ye? Tanju Özcan di 12'ê Berfanbara 1973'an de li Boluyê ji dayik bû. Ew Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qedand û wek parêzerê serbixwe xebitî. Di nav refên CHP'ê de wek Serokê Navçeya Navendî ya Boluyê, di serdemên 24, 25, 26 û 27'an de Parlamenterê Boluyê û Endamê Dîwana Serokatiya TBMM'ê wezife kir. Özcan di sala 2019'an de wek Şaredarê Boluyê hat hilbijartin û ji ber polîtîkayên xwe yên tund ên li ser penaberan û nakokiyên xwe yên bi rêveberiya partiyê re, gelek caran bi pêvajoyên dîsîplînê hat rojeva welat



Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...