ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

12 Haziran 2026 Cuma

Sırrı Sakık Ji Erkan Baş Re Bertek Nîşan Da: "Ev Hişmendiya Cudahîxwaz E


Parlementerê DEM Partiyê Sırrı Sakık, bertekeke tund nîşanî daxuyaniyên Serokê Giştî yê TÎPê (Partiya Karkerên Tirkiyeyê) Erkan Baş da.


Sakık, li ser hesabê xwe yê medya civakî bersiv da gotinên Erkan Baş û wiha got:

"Di dema ku divê zanîna zimanê Kurdî li gel Tirkî ji bo berbijêrên Serokkomariyê bibe sedema tercîhê, gotina 'ez piştgirî nadim berbijêrekî ku zimanê wî yê dayikê Kurdî ye', îfadeyeke din a wê hişmendiya cudahîxwaz e ku em bi dehan salan e li dijî wê têdikoşin.

 Sakık di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku pîvaneke weha ne ji kesên ku xwe wekî çepgir pênase dikin, lê tenê ji siyaseteke neteweperest û nijadperest tê hêvîkirin. Her wiha anî ziman ku ya herî xerab û wehîm ew e ku ev gotin ji aliyê serokê partiyeke wiha ve tên gotin ku bi tifaqa DEM Partiyê ketiye Meclîsê


Rojname
Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...