ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

6 Haziran 2026 Cumartesi

Siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak Hat Girtin


Parlementerê berê yê Qersê û siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak, piştî ku cezayê wî yê girtîgehê ji aliyê Dadgeha Bilind (Yargitay) ve hat pejirandin, hat girtin û şandin girtîgehê. Polîsan Alinak li mala wî ya li Qersê destgîr kirin


Ev biryara girtinê ji ber pirtûka wî ya bi navê "Mehmet Tunç ve Bêkes" hat dayîn. Alinak di vê pirtûkê de behsa Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û biraziyê wî Bêkes dikir ku her duyan jî di dema qedexeya derketina derve ya sala 2015an de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber nivîsên di vê pirtûkê de bi îdîaya "heqaret li Serokkomar kiriye" 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Alinak hatibû birîn. Mahmut Alinak ku di serdemên 18 û 19an de di parlementoyê de cîh girtibû, piştî temamkirina karûbarên hiqûqî êdî di girtîgehê de ye


Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...