ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

8 Haziran 2026 Pazartesi

Serokê Kurdên Ermenîstanê Kinyazê Hemîd Careke Din Bû Parlamenter



Serokê Yekitiya Kurdên Ermenîstanê Kinyazê Hemîd, di hilbijartinên parlamentoyê yên Ermenîstanê de careke din wekî parlamenter hat hilbijartin. Hemîd, di nav lîsteya Partiya Peymana Sîvîl de ku serokatiya wê Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan dike, ket parlamentoyê. Kinyazê Hemîd ku bi salan e ji bo mafên gelê Kurd û parastina çand û zimanê Kurdî li Ermenîstanê têkoşîneke mezin dide, bi vê serkeftinê baweriya civaka Kurd û gelê Ermenîstanê ya bi xwe careke din nû kir. Di parlamentoya Ermenîstanê de ku ji bo kêmneteweyan kontenjanên taybet hene, nûnertiya Kurdan bi salan e di bin serokatiya Hemîd de bi awayekî çalak tê meşandin.


Piştî eşkerebûna encamên hilbijartinê, keça Kinyazê Hemîd ku di heman demê de Endama Desteya Rêveberiya Amedsporê ye, Narîn Nadîrova, peyameke pîrozbahiyê weşand. Nadîrova di peyama xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Ez bavê xwe Kinyazê Hemîd ku di hilbijartinên Ermenîstanê de bi bawerî û piştgiriya gelê xwe careke din wekî parlamenter hat hilbijartin, bi kêfxweşiyeke mezin pîroz dikim." Ev serkeftina Kinyazê Hemîd hem di nav Kurdên Kafkasyayê de hem jî di nav raya giştî ya Kurd a li herêmê de bû sedema kêfxweşiyeke mezin.





Rojname
Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...