ZINDÎ | NÛÇEYÊN NÛ
Tê barkirin...

7 Haziran 2026 Pazar

Li Ermenîstanê Heyecana Hilbijartinê Dest Pê Kir



Li Ermenîstanê ji bo diyarkirina parlamendoya nû ya ku dê 5 salan wezîfeyê bike, gel diçe ser sindoqan.

Li gora agahiyên ku ajansa nûçeyan a fermî ya Ermenîstanê Armenpressê ragihandine, li welatê ku nêzîkî 3 milyon nifûsa wê heye, dengdêran dest bi dengdanê kirin. Sindoqên ku bi dema herêmî di saet 08.00an de vebûn, dê pêvajoya dengdanê heta saet 20.00an bê navber berdewam bike.


Paşînyan: "Di Têkiliyên Me û Rûsyayê De Tu Alozî Nîn e"

Serokwezîr Nîkol Paşînyan, piştî ku dengê xwe da, ji rojnamevanan re daxuyaniyên girîng da. Paşînyan diyar kir ku di têkiliyên wan û Rûsyayê de tu alozî û tengezarî nîn e û destnîşan kir ku hinek derdorên siyasî bi zanebûn hewl didin di navbera her du welatan de alozî derxin. Paşînyan anî ziman ku têkiliyên wî û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn "gelek nêzîk in" û ji ber vê yekê jî ev hewldan bêencam mane


Hevrikê Di bin Hepsa Malê De Li Ser Sindoqê Ye

Yek ji hevrikên herî bihêz ên Paşînyan, serokê partiya "Ermenîstana Bihêz" karsaz Samvel Karapetyan jî dengê xwe da. Karapetyanê ku di bin hepsa malê de ye, di bin ewlehiya tund a hêzên ewlehiyê de anîn ser sindoqê û wî dengê xwe bikar anî


Rojname
Gotara Berê
WÊŞANA PAŞÎ

Bijarteyên Arşîva Nêzîk

Arşîv tê lêgerîn...

Pêşengê Rojevê

Tê barkirin...

Bijarteyên Arşîvê

Tê barkirin...

son haber

b1

Weşan tên barkirin...