Rojnamevana Qersî Güljin Kaya (Digor) nivisand
"Ji trîbunan heta vekirinan zimanê zayendperest"
Ji avakirina Komarê vir ve,ango nêzî sed salî ye, hema bêje her sepandin li hember kurdan rewa hatin dîtin.
Ziman, çand, şêwazê jiyanê û heta şêwaza xwekirina Kurdan jî bû mijara piçûkxistin û cudakariyê. Ji bo ku di nava sînorên îdeolojiya fermî de cih bigirin, ji bilî hin îstîsnayan, koka wan a etnîkî çi dibe bila bibe, gelek kesan heqaretên li dijî Kurdan hema bêje wekî nîşaneya îmtiyaz û statuyê bi kar anîn. Lewra di navbera gelek salan de piçûkxistina Kurdan, wekî pîvaneke hemwelatiya meqbul hate pêşkêşkirin.
Li aliyekî hebûn û daxwazên Kurdan tune hatin hesibandin, li aliyê din jî Kurdan hemû berpirsiyariyên xwe yên hemwelatiyê li hemberî dewlet, civak û aboriyê bêkêmasî bi cih anîn.
Ji cîhana karsaziyê heta qadên werzişê, ji sektora xizmetguzariyê heta jiyana rojane, di gelek qadan de gotinên cudakar û durbexş ên li hemberî Kurdan hatin asayîkirin.
Yek ji sedemên herî girîng ên vê yekê jî ew bû ku li dijî heqaret û gotinên nefretê yên li ser nasnameya Kurdan, garantiya hiqûqî ya têrker tune bû. Kesên ku heqaret li Kurdan kirin piranî nehatin darizandin û berevajî vê, ev gotin carinan bi îfadeyên wekî "neteweperestiya bi hêrs" hatin rewakirin.
Duh, çawa ku çêrên zayendperest ên li trîbunên futbolê yên li hemberî jinên Kurd wîcdana civakê birîndar kir, îro jî em dibînin ku ev zîhniyet di cîhana karsaziyê de, di sektora tenduristiyê de an jî di vekirin û çalakiyên cihêreng de jî di bin navê "henekan" de heta gotinên piçûkxistinê dirêj dibe. Gotinên zayendperest û cudakar ên ku jinan, nasnameyên etnîkî an jî her beşekî civakê dikin hedef, ne mîzah in, perçeyekî cudakarî û durbexşiyê ne.
Ji ber vê yekê, ez gotinên zayendperest ên Rahmi Koç ên ku tê diyarkirin jinên Kurd kirine hedef, ez bi tundî şermezar dikim. Li dijî asayîkirina îfadeyên ku di qada giştî de her beşekî civakê piçûk dixînin, jinan û nasnameyên etnîkî kêm dibînin derketin, hewcehiya civakeke demokratîk û wekhevparêz e.
Civaknas û rojnamevan: Güljin Digor
Rojname tr
.jpg)