Banga Erdoğan Ji Cîhanê re: "Divê Îsraîl Bê Rawestandin"


Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan, li dijî êrîşkariya Îsraîlê ya li herêmê, hişyariyeke dîrokî da raya giştî ya navneteweyî. Erdoğan bal kişand ser berdêlên gerdûnî yên ku ger Îsraîl neyê rawestandin dê derkevin holê û bang li tevahiya mirovahiyê kir ku bikeve tevgerê



Gefa Gerdûnî û Berpirsiyariya Dîrokî

Erdoğan bi bîr xist ku îro hemû cîhan berdêla çaresernekirina pirsgirêka li Hurmizê dide û diyar kir ku eger rê li ber "rêbaziya" Îsraîlê neyê girtin, dê tevahiya mirovahiyê zirarê bibîne. Erdoğan bang li welatên Ewropayê jî kir û destnîşan kir ku divê welatên din jî cesaret û helwesta bi aqil a ku Îspanyayê nîşan daye, ji xwe re bikin mînak.

"Yên Bêdeng Dimînin Berpirsiyar in"

Serokkomar, bûyerên li Gazeyê wek "komkujî" (jenosîd) bi nav kir û diyar kir ku yên li hember vê rewşê bêdeng dimînin jî şirîkên vî sûcî ne. Erdoğan destnîşan kir ku ev êrîşkarî gefê li Îran, Libnan, Sûriye, Deryaya Spî û Afrîkayê dike û wiha got:

"Xwîna komkujiya ku îro li Gazeyê berdewam dike, li dest û rûyê kesên ku li hember vê yekê bêdeng mane ketiye. Divê Îsraîl bê rawestandin. Ev, wezîfeya mirovahiyê û eniya mirovahiyê ye."

 Erdoğan li gotinên xwe zêde kir ku Tirkiye tevî hemû sabotajan jî ji bo avakirina aştî û aramiya li herêmê çi ji destê wê bê weke her carê dê bike.




Rojname
Daha yeni Daha eski