Dîrok, Sînor û Çanda Herêmeke Kevnarek
XOÇVAN — Herêma Xoçvanê ku girêdayî parêzgeha Erdexanê ye, ji ber ku li ser xeta sînor e, di dirêjahiya dîrokê de her dem wekî warê gel û çandên cihêreng maye. Di serdemên berê de ku sînor mîna îro ne tûj bûn, ev qada bilind mazûvantiya gelek şaristaniyan kiriye û di bin bandora desthilatdariyên cuda de maye. Xoçvan ku di navbera Transkafkasya û Anadoluyê de ye, ji serdemên kevnar heta îro şopên Urartu, Med, Pers, Împaratoriya Bîzansê, Keyaniyên Gurcî û Ermenî, Selçûqî û Împaratoriya Osmanî di nava xwe de dihewîne.
Koka Navê Xoçvanê û Guherînên Demografîk
Li ser koka etîmolojîk a navê Xoçvanê lêkolînek mîsoger nehatibe kirin jî, tê texmînkirin ku ev nav ji zimanên Ermenî, Gurcî an jî Kürtçe (Kurdî) hatibe girtin.
Di zimanê Ermenî de peyva "avan" ji bo bajar û gundan tê bikaranîn. Li Kafkasya û Rojhilatê Anadoluyê gelek navên ku bi "avan" diqedin hene (wekî Erîvan, Nexçivan).
Dîroknasa Ermenî Teryan Angela diyar dike ku navê Erîvanê ji "Arî-van" tê û wateya wê "Welatê Aryenan" e. Dibe ku navê Xoçvanê jî bi vî şêweyî ava bûbe.
Hebûna Kurdan û Koçberiya Ber bi Kafkasyayê ve
Nîqaşên li ser dema hatina Kurdan a vê herêmê berdewam dikin. Tê zanîn ku di sedsalên 11 û 12'an de Şeddadî û Hezbanî li başûrê Kafkasyayê û Rojhilatê Anadoluyê bi bandor bûn. Dîroknasê navdar Martin van Bruinessen behsa eşîrên Kurdên koçer dike ku di sedsala 16'an de li bakurê Qersê û li herêma Çildirê dijiyan. Her weha tîne ziman ku gerokê bi navê Lynch di pirtûka xwe ya sala 1901'an de nivandiye ku Kurdên li ser xeta Ermenistanê, piştî Şerê Çaldıranê ji Diyarbekirê ber bi vê herêmê ve hatine şandin.
Di sedsala 18'an de li Xoçvanê pergala tîmarê hebû. Li gorî arşîvên Osmanî, di salên 1780'an de eşîra Kurd a Pîrebadilî û hinek eşîrên din ji ber tevgerên xwe yên serbixwe, xwestine wan ber bi Reqayê (Sûriye) ve koçber bikin.
Piştî Şerê Osmanî û Ûris (1878), Erdexan û Xoçvan ketin bin destê Rûsyaya Çarîk. Di vê serdemê de kesayetên Kurd ên wekî Arif Axa, Beyaz Bey û Îzzet Bey di sîyaseta herêmî de bûn xwedî rol. Di vê heyamê de Kurdan piranîya nifûsa herêmê pêk dianî; her weha gelê Ermenî û Malakanên ku ji Rûsyayê koç kiribûn jî li vir dijiyan. Malakan li gundên mîna Xarziyan û Alagözê di pêşketina çandiniyê de bûn xwedî kedeke mezin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û Şoreşa Bolşevîk, ev herêm di sala 1921'an de bêyî şer ji nû ve tevlî sînorên Tirkiyeyê bû.
Navenda Xoçvanê û 22 Gundên Wê
Her çend di qada fermî de navendeke îdarî ya dîyar pênase nehatibe kirin jî, li gorî rojnameger û nivîskar Mehmet Ali Arslan û li gorî baweriya gel, navenda Xoçvanê gundê Hasköy ye û gundê herî mezin jî Tunçoluk (Pangîs) e
Di sala 2012'an de, li ser daxwaza gelê herêmê û bi xebatên Platforma Nivîskar û Adminên Xoçvanê, mezraya Yaylakarakolu jî li lîsteyê hat zêdekirin û bi vî rengî hejmara gundên Xoçvanê gihîşt 22'yan
Çand, Rêxistinbûn û Federasyona Xoçfedê
Ji ber şert û mercên aborî, ji Xoçvanê koçberiyeke mezin ber bi Stenbolê ve çêbûye. Ji bo ku civaka Xoçvanê li metropolê çanda xwe biparêze û piştgiriya hev bike, li Stenbolê gelek komeleyên gundan hatin avakirin.
Di sala 2009'an de, li navçeya Esenyurt a Stenbolê, bi pêşniyar û daxwaza nivîskar û rojnamegerên herêmê Federasyona Komeleyên Xoçvanê (Hoçfed) hat damezirandin. Hoçfed îro bûye xala herî girîng a hevrayî û kombûna gelê Xoçvanê
Panzerên" Erdexanê: Klûba Sporê ya Xoçvanê
Klûba Sporê ya Xoçvanê (Hoçvan Spor) bi awayekî fermî di sala 2016'an de hat avakirin. Serokê wê yê yekem Yusuf Avşar bû. Çend agahiyên girîng li ser vê klûbê
Rengên Klûbê: Reş û Sor (Ev reng ji logoya danasînê ya gundê Kora ya sala 1998'an hatine girtin).
Sembol: Li ser logoya tîmê wêneyê Hesp û Çiyayê Kisirê heye ku nirxên herêmê nîşan didin.
Nasnav: Ji aliyê rojnameger Mehmet Ali Arslan ve nasnavê "Panzerler" (Panzer) li vî tîmî hat kirin.
Serkeftin: Tîmê di sala 2016'an de di Lîga Amatör a Erdexanê de şampiyonî bi dest xist û di sala 2017'an de Erdexan di Lîga Amatör a Herêmî (BAL) de nûnertî kir
Destpêka Teknolojiya Înternetê li Herêmê
Gelê herêmê bi xebatên malper û blogên ku ji aliyê Mehmet Ali Arslan ve hatin avakirin, di serdemên zû de bi înternetê re nas kir. Di salên ku hîn medyaya civakî tune bû de, li ser torên wekî ICQ, Mirc û koman, platformên pêwendiyê yên ji bo Erdexan, Qers û Îdirê hatin avakirin. Bi dirûşma "Erdexan, Qers û Îdirî cara yekem di cîhana înternetê de ne", bingeha naskirin û parvekirina çanda Xoçvanê di qada dîjîtal de hat avêtin.