Nivîsa ku Nivîskar Menderes inanç li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiriye, ji Tirkî bo Kurdî hat wergêran, işte ew nivîs e:
Hûn parve bikin ez ê pê şa bibim.
Ev, operasyoneke kûr a algoyê (tewandinê) ya Aqileke Serdest e!
Ew "mexduriyet"a ku li ser Kemal Kılıçdaroğlu hatî avakirin, dîlgirtina ramanên pêşverû û azad e ku bi temamî radestî hestan hatine kirin.
Ev, hostayiyeke awarte ye ji bo ku Kurdên Alewî cardin bi CHP’ê ve girê bidin.
Parastina hiquqê û sekinîna li ser Nobeda Demokrasiyê, şertê herî bingehîn ê aqil û ramana pêşverû ye.
Emanetkirina ramanan ji hestan re, nedîtina lîstikên vê siyaseta fêlbaz e.
Bêguman, herî pêşî bi dosyayên "gendeliyê", piştre jî bi xistina sînorên malbatî û di ser algoyên der-exlaqî re bêrûmetkirin û tasfiyekirina partiya mûxalif a sereke, ne li berjewendiya Welat e.
"Mûxalefeta herî xirab jî, ji bê-mûxalefetiyê çêtir e!"
Lê belê, qeyûmên ku ev sê dewr in li ser siyaseta Kurd tên wezîfedarkirin, girtina Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdağ, Bekir Kaya, Adnan Selçuk Mızraklı û di serî de bi hezaran endamên partiyê ku ev deh sal in di girtîgehê de ne, dê çawa bibe cihê şîroveyê? Mûxalefeteke ku li dijî vê yekê mûxalefetê nake, dê çawa bibe Partiya Mûxalif a Sereke ku serdestiya hiquqê diparêze?
Pirsgirêk, pirsgirêka Partiya Mûxalif a Sereke ye ku ji roja pêşîn ve rola xwe nalîze.
Ev, pirsgirêka wê hişmendiyê ye ku xwe xwediyê yekta yê welat dibîne, xwe li vê dewletê wekî kesên destnedayî dihesibîne û bi felsefeya "heg mesele welat be, yên din teferûat in" hem xwe û hem jî mûxalefeta civakî ya Tirkiyeyê bi giştî dixapîne.
Ev, nedîtina wê yekê ye ku bi nîşandana dîmenekî çep ji aliyê rastê ve, bûne sedema vê rewşa welat.
Ez hêvî dikim ku Kurdên Alewî yên ku xwe pir xwende, pir zana, laîk, nûjen û demokrat dihesibînin, bi hestiyarî tevnegirin û wan ticarên siyasî û fêlbazên siyaseta ku di ser vê hestiyariyê re wan bi rê ve dibin, baş bixwînin
Rêzdar Kemal Kılıçdaroğlu, zilamekî dewletê yê baş hatiye perwerdekirin e; heta Kurdekî Alewî yê xwedî kadro ye.
Tam wekî zilamê dewletê yê pir baş perwerdekirî, Kurdê Şafî yê ji Bidlîsê, rehmetiyê Kamuran İnan! Kemal Beg, versiyona Alewî ya Kamuran Beg e.
23ê Gulana 2026an
