DÎQET: 53 BAJARÊN ME DA HEYE HIŞYARÎ! BARAN Û BERF TÊ


Meteolojiyê ji bo 53 bajaran "Koda Zer" da û hişyarî kir ku germahî kêm dibe û baraneke zêde tê.

Li gorî daxuyaniya dawî ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM), di 2’yê Sibatê de li seranserê Tirkiyê hewa wê pir ewrayî be û baran wê bibare. Hat gotin ku germahiya hewayê li peravên Behra Reş 3-5 dereceyan zêde dibe, lê li aliyê rojava 2-4 dereceyan kêm dibe.

Baran wê li Marmara, Egeya Peravê, peravên Behra Spî û li bajarên wek Kocaeli, Bursa, Düzce, Zonguldakê pir bi hêz be. Di heman demê de li herêma me jî li Erzîngan, Dêrsim, Çewlig, Mûş, Şirnex, Colemêrg, Bedlîs, Sêrt û Semsûrê baran û berfeke gur tê hêvîkirin.

Meteorolojiyê diyar kir ku li bajarên rojhilat, bi şev û serê sibê wê qeşa û cemed çêbibe. Bi taybetî li herêma Serhatê divê ajokar û welatî li hemberî şemitokiya rêyan û girtina rêyan pir baldar bin.

Bajarên ku koda zer jê re hatiye dayîn ev in: Adana, Amasya, Antalya, Artvin, Aydin, Balikesir, Bilecik, Çewlig, Bedlîs, Burdur, Bursa, Çanakkale, Çorum, Diyarbekir, Edirne, Giresun, Colemêrg, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Kayseri, Kırklareli, Kırşehir, Kocaeli, Konya, Manisa, Mereş, Muğla, Mûş, Nevşehir, Niğde, Ordu, Rize, Sakarya, Samsun, Sêrt, Sivas, Tekirdağ, Tokat, Trabzon, Dêrsim, Wan, Yozgat, Zonguldak, Aksaray, Karaman, Kırıkkale, Êlih, Şirnex, Bartın, Yalova, Osmaniye û Düzce.



rojname
Daha yeni Daha eski